Zenon û Ramanên wî yên li Dijî Tevgerê

Zenon û Ramanên wî yên li Dijî Tevgerê

Zenon û Ramanên wî yên Dijberê Tevgerê B.Z.490-430

Fîlozofê Zenon, ji yewnana antîk e, yek ji wan pêşengên xwendegeha Eleayê tê hesibandin û di dîroka felsefeyê de jî, hîmdarê/damezranerê metoda diyalektîkê tê zanîn. Zenon, şagirdetiya Parmanîdes kiriye û li xwendegeha xwe, gelekî li ser felsefeya Parmanîdes rawestiya ye. Li gorî dîtin û dinyabiniya Zenon: Ger ku boşî/pirranî hebe, divê boşî heta dawiyê biçûk be û heta dawiyê mezin be jî û ku ev yek jî, nakokiyek e.

Li gorî dîtin û dinyabiniya Zenon

1- Boşî, ji yekîneyan/unit tê holê. Lewra, ew boşî ye û navê wê, bi vê têgehê tê gotin û ew, boşiya perçeyan û yekîneyan e. Divê ku ew yekîne ji hevdu veneqetin, an ji hev dûr nebin. Lewra, dema ku ew ji hev veqetin, wê gavê ew ne yekîne ne û nikarin bibin yekîne.

Ji ber vê yekê ye ku, yekîne qet ji hev venaqetin û perçe nabin. Ji ber ku perçe nabin û ji hev venaqetin, tu mezinahiyeka wan jî tune. Hege mezinahiya wan hebûna, dê wê demê ji hevdu veqetiyabûna, an wê ji hev cuda bibûna. Axirê, boşî ji yekîneyekê nemezin ava dibin û têne holê. Lewra, ew yekîneyên herî biçûk in.

2- Belam, divê boşî di dawiyê de mezinahiyek be jî. Lewra, mezinahiyekê yekîneyê heye. Lewra, ew xwediyê mezinahiyekê ye û ku wisa ye perçe dibe û ji hevdu vediqete. Perçeyên ku di vê niqteyê de dertên holê, ew jî xwediyê mezinahiyekê ne; ji hevdu vediqetin û perçe dibin. Jihevçûn, wiha heta dawî berdewam e. Herweha: Boşî, ji hev vediqete. Ev pêşniyar tê wê arîşê ku boşî her yek bi serê xwe xwediyê mezinahiyekê ye û ji perçêyên bêdawî hatiye holê. Ew tiştên ku ji perçên bêdawî çêbûne, ew jî bêdawî mezin in. Hasilê, li gorî vê felsefeyê tiştek nikare bibe mezinahiyeke bêdawî yan jî biçûkiyeke bêdawî. Ramanekê wiha, li gorî vê felsefeyê çewt e.

Ramana wî ya dawî ev e: Boşî/pirranî, ne rasteqîn e.

Ramanên Zenon yên dijberê tevgerê: Cosmîk, di ser riya xwe de divê ku ewilî nîvê riya xwe biqedîne/temam bike. Lê li pêşiya cosmîkê, nîvê rê dîsa dimîne û divê ku ew cisim/cosmîk, nîvê riya xwe ya mayî jî biqedîne. Belam, ew çixa here bila here, dê nîvê rêya cosmîkê dîsa jî  bimîne. Ev pêvajo, (maweya ku dê biqedîne) heya dawî bi pêş ve diçe û her dem, nîvê rêya cosmîkê dîsa dimîne.

Ji ber vê yekê: cisîmek/cosmîkek ji niqteyekî nikare here ya din. Lewra, ew tu carê nagihêje wê niqteya dawî. Di vê niqteyê de cîh/war ji hevdu heta dawî vediqete/cihê dibe û jihevçûn, tevgerê pûç dike.               

Li gorî felsefeya Zenon: Boşî û tevger, ne rasteqîn in.

Gelo, Zenon di vê pêşniyarê de dixwaze çi bibêje? Ew wan tiştên ku em wan bi alikariya sehekan dinasin, wan înkar dike yan na? Bêguman, wan înkar nake. Lê wiha dibêje: ‘Bingeha cîhana sehekan, tevger û boşî ne. Dibe ku cîhaneka sehekan hebe, lê ew cîhan ne rasteqîn e.’

Him Parmanîdes û him jî Zenon, sehekan înkar nakin. Lê dibêjin ew ne rasteqîn in û vê yekê napejirînin/qebûl nakin.

Li gorî felsefeya Zenon: Tevger û boşî, hene. Lê ew bi alikariya sehekan hene û tu realîteya/rasteqiniya wan tune. Ew bi tenê xwiyakirin in û rasteqîniya tiştan jî, di naveroka wan xwiyakirinan de ye.

Di vê niqteyê de: Di navbera xwiyakirin û rasteqîniyê de cudatiyek xwiya dike, ku Zenon vê yekê wiha şirove dike: ‘Objeyên/nesneyên ku li hawirdor in, xwediyê bûyîn û heyînekê ne. Belam, ew ne di xwede ne.’

Ango, cewherê/substance wan, ne di wan de ye. Ew cewher, ji tiştekê din tê ku ew jî, heqîqeta heyînê ye. Bi gotineke din, mirovî dikare wiha jî şirove bike: Di cîhana sehekan de obje/nesne hene. Belam, ew ne xwediyê hebûnatiyeke serbixwe ne. Bi tenê, xwiyakirinên heyînên rasteqîn in. Ji xwe înkara sehekan jî, ji vê xalê/niqteyê dihat. 

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

16.01.2014

Jêder…

1- Dengê Felsefeyê. Ali Gurdilî. Weşanên Doz. Rêbendan 2006

2- http://www.felsefevan.org/zenon-b-z-490-430.html

3- Antolojiya Fîlozofan. Ali Gurdilî. Berhemeke neçapbûyî.

Ev gotar, di http://www.rewanbej.com/ jî hatiye weşandin. 

Ger çavkanî neyê nîşandan, wergirtina nivîsan qedexe ye.

Bersivekê binivîsin