Derheqê Xellacî De Nêrîna Giregirên Wê Demê

Derheqê Xellacî De Nêrîna Giregirên Wê Demê

Derheqê Xellacî De Nêrîna Giregirên Wê Demê       

Ji ber sedemê nîşandana behîtan, Muktedîd ji Hallac hez dikir. Diya wî Şeghep El Seyyîde jî, (ku ew pîrek ji eslê xwe ve Yewnan bû) bala xwe dida Hallac. Û wisa bawer dikir ku Hallac, mirovekî nêzîkê Xwedê ye û nexweşiyan baş dike. Şeghep El Seyîde, ji bo rizgarkirina Hallac çi ji dest hatiye kiriye, lê mixabin bi ser ne ketiye.

Elî Îbnî Îsa Bîn Cerrah jî ku, heta demekê Hallac parastibû, xwediyê murwetekê balkêş bû. Wisa dihate zanîn ku ew, ji eslê xwe ve “Nesturî- Fileh” bû.

Di navbera salên 306- 311- an de arîkariya wezîrê sereke yê Hamîd dike. Piştre, surgunê Mekkeyê bûye û hemû jiyana wî li surgunê derbas bûye. Heta sala mirina xwe, (hîcrî 334- mîladî 946) walîtiyê kiriye û du- sê caran jî arîkariya wezîr kiriye.

Wisa xwiya dike ku, helwista Elî Îbnî Îsa Bîn Cerrah ya erênî ku herdem nîşanê Hallac dabû, ji nêrînên wî yên lihevhatinî tê. Elî Îbnî Îsa Bîn Cerrah, di wan dewrên ku desthilatdarbû an xwedî bandûrbû, her dem bi dilêrîna edaletê ve girêdayî maye, rûmeta zagonan girtiye û her dem bûyê aligirê kargêrekê baş.   

Di dewra Abbasiyan de yek ji wan malbatên mezin û xwedî bandûr, malbata “Mâdharâyûnan” bû. Endamên vê malbatê, ji hêla aborî û malî ve herdem li pêş û destûrmend bûn. Di destpêkê de, Hallac parastine.

Dîsa di wê dewrê de yek ji wan destûrmendê dewletê, yê herî xwedî bandûr Elî Îbnî El Furat e. Ew bi xwe endamê komekê veşartî, ya aligirê şîayê bû. Piştrê, vê komê bingeha berbiçûna “Nuseyriyan” avetiye. Li gorî vegotinan, El Furat mirovekî tinazker û derewkar, destûrmendekî dewletê û banker bû.

Di vê dewrê de, Hallac ji bona şîîyan bi xeter hatiye dîtin û El Furat jî wiha fikirî ye.   

Wezîrê sereke Hamd ( hîcrî 223- 311  mîladî 837- 924 ) mirovekî hîlekar, hişkbawer, bêrehm û dekbas bû. Ji avkêşiyê, pereyekê mezin behre kiribû û di demekê kurt de dewlemend bibû.

Mirovekî sûnnî bû, lêbelê peywendiyên wî yên xurt, bi şîîyan jî re hebû.

Li gorî vegotina Îbnî Îsa, ew mirovekî diz bû jî. Rika wî gellek ji Hallac dihat û ev rika ha, gellek kevin bû.

Hê di girtina Hallac ya di sala 301- an de, hima bêderengî zilamên xwe ji bona lêpirisîna Hallac şandibû.   

Fermandarekî girîng yekê artêşê, bi navê Nasrî Kuşurî (ev zilam ji eslê xwe ve Yewnan bû) piştgiriya Hallac kiriye. Bi rastî jî di sala 309- an di mehkemeya  Hallac de, ji bona wî tiştên baş gotiye.

Ji bilî vê yekê, heta mirina Hallac, piştgiriya wî kiriye.

Birayê Nasrî demekê dirêj li Bîzansê jiyaye, di sala 310- an de hatiye Bexdayê û misilman bûye. Hallac li mala wî maye û malbata wî naskiriye.   

Di nav “erkâna” leşkerî de, bi hejmarekê zêde tirk jî hebûn û wisa tê zanîn ku ev tirk di dema mehkemekirina Hallac  de alînegir ma ne, lêbelê ji Hallac hez kirine.

Bêguman, yên di doza Hallac de rolekî mezin leyîstine “Fakîh” in. (Dadmend)

Me berê jî qal kiribû û gotibû ku; sedema vekirina doza yekemîn, gilihên Avvarîcî û Ebubekir Îbnî Mucahîd bû.

Avvarîcî, sihûyek (31) salî û mirovekî azwer bû. Berê tilmizê Hallac bû. Piştî ku bûye xwedî erkên girîng yên malî û îdarî, dev jî tilmiziyê berdaye û ji bona xirabnîşandana fikrên Hallac, rîsaleyekê nivîsandî ye.

Avvarîcî, ewilî ji Îbnî Mucahîd re qala meselê dike û piştra biryara giliyê tê birrîn. Mucahîd herçiqas ku bi karên dinayayê re mijûlbû jî, lê dîsa jî ji ravekirina Quranê hez dikir.   

Arîkarê wezîr Îbnî Îsa, herçiqas di doza yekemîn de Hallac parastibe jî, di sucdarkirina duyemîn de dengê xwe dernexistiye û alînegir maye.

Dibe ku ev zilam bi rûmet li mîstîsîzma Hallac  nihêrtibe, belam dibe ku e wî jî mîna Şiblî; ramanên Hallac  ji bona yekîtiya dewletê xeter dîtibe.

Dema ku Hallac, bi bêîmanî û bi kafiriyê hatiye sucdarkirin, rewşa zilamên olî, dadmend û yên leşkeran, me li jorê vegot…

Sucdarkirin mezin e: kafirî…

Cezaya vê yekê mirin e û li çarmixê girêdan e. Piştî jêkirina dest û lingan, kuştin e.

Piştî dused (200) sal mirina wî, cezayê çarmixê ji holê hatiye rakirîn û di dewsa çarmixê de daleqîn hatiye bikaranîn. Belam, di mînyaturên tirk û Persan de Hallac  bi awayê daleqînê hatiye teswîrkirin.   

Rika kevneperest û bawerhişkan, di serî de ya sûfîyan û  Wezîr Hamd wisa mezin bû ku, ji bona Hallac cezayê herî mezin hate bicîanîn.

Ewilî: bi kirbacê lê dane, piştra dest û milên wî jêkirine. Ji bona ku bikaribin wî kirbac bikin, destên wî ji pêşve bi dîrekêkî ve girêdane. Piştî kirbacê, dest û lingên wî jêdikin. Piştra, wî li çarmixê vedizelînin û bi vî şeklî wî dişewitînin.

Li gorî vegotinan, berê şewitandinê hê sax bû. Li gorî vegotina sûfiyan jî: wê şevê heta banga sibê li çarmixê ve wisa girêdayî maye.   

Didêlindêzên Bektaşiyan de (yên ku ji bona beşdarbûna rêzê tên çêkirin) werîsê sêpê, dixin sitûyê namzetan û vê dêlindêzê, bi navê “ Dar-ı Mansur ” dinavînin.

Ev dêlindêz, sembolîzekirina îdama Hallacvan e.

Heçku me li jor jî gotibû ku Hallac, ne bi werîs hatiye xeniqandin. Li çarmixê hatiye girêdan û wisa jî hatiye şewitandin. Dibe ku ev dêlindêz, ji bona ku misilman bi vê yekê xemgîn nebin, bi vî awayî hatiye guherîn/guherandin. (1)

Ali Gurdilî

felsefevan@hotmail.com

ÇAVKANÎ

1) Louis Magsıgnon. Yên vediguhêzîne. Prof. Dr. Niyazi Öktem. Dar-ı Mansur. Weş: Ant. R: 41- 44.

Ev nîvîsar, beşa 6 an ya kitêba mamoste Ali Gurdilî ye…

Hege çavkaniya nivîsaran neyê nîşandan, wergirtina wan qedexe ye…

Ferhengoka Tevlîhev (Bi Kurdî-Tirkî)

Balkêş: ilginç, enteresan, ilgi çekici.

Arîkar: Yardımcı.

Erênî: Olumlu.

Endam: Üye, aza.

Tinazker: Alaycı.

Dekbas: Entrikacı, düzenci.

Avkêşî: Sucu, su satıcısı veya su çeken.

Diz: Hırsız

Rik: Kîn

Fermandar: Komutan.

Alînegir : Tarafsız, taraf tutmayan.

Doz: Dava

Azwer: İhtiraslı, tutkulu.

Kafirî: Kafirlik, kafir olma durumu.

Daleqîn: Asılma. Asılma işine konu olma.

Kevneperest: Tutucu, yenilik istemeyen.

Bawerhişk: Bağnaz, yobaz.

Giregir: İleri gelenler.

Dêlindêz: Tören, merasim.

Bersivekê binivîsin