Golf

Golf

Golf  

Rahîbek, dixtorek û fîlozofek ku hevalên hevdu ne, rojekî radibin bi hevdu re diçin qada golfê da ku golf bileyîzin. Dema ku digihêjin qada golfê, lê mêze dikin ku çar zilamên kal, li qadê ne û golfeka gellek xirab dileyîzin. 

Sê heval, demeka dirêj wiha li benda wan dimînin. Lê dawîya dawî li hember leyîstina wan ya xirab û şaş, xwe nagirin û diçin gazinan ji wan dikin û wan gilî dikin. Ji rêveberê şirîkatîyê re dibêjin: ‘Temam, em qebûl dikin ku dor dora wan e, lê malava ew jî gellekî xirab dileyîzin. Hûn şirîkatîyek navdar û xwedîqalîte ne. Hûn çawa rê didin ku yên hevqas xirab dileyizin di qada we de bileyîzin?’ 

Li ser van gotin û gazinan, destûrmendê şirîkatîyê bi wan dide zanîn ku ew çar zilam bi temamî kor in û şirîkê wê derê ne… 

Li ser vê agahdarîya destûrmendê şirîkatîyê, sê hevalên hevdu ji gotinên xwe gellekî şerm dikin û dixwazin ku weke lêborîneke, çend gotinan bibêjin… 

Dixtor dibêje: ‘Ez dixtorekî navdar yê çava me. Di nexweşîyeka wan de pirr dixwazim alîkarîya wan bikim.’ 

Rahîb dibêje: ‘Ez rahîbê dêra mezin im, ku gellekî nêzîkê vir e; hege pêdivîyeka wan hebe, ji kerema xwe re bila haya min jê hebe. Ez ê hema di cîh de werim hawara wan.’ 

Fîlozof jî dibêje: ‘Madem kor in, ma çima ew bi şev naleyîzin?’ 

Werger: Ali Gurdilî

info@felsefevan.org  

Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye.

Bersivekê binivîsin