Li Ser Hermeneutîkê

Li Ser Hermeneutîkê

LI SER HERMENEUTÎKÊ

Hermeneutîk hunera têgihîştina zanînên têgihîştinî ye. Li Grekîstana antîk bi awayekî mîtologî û fîlologî dest pê kiriye. Du awayên wê yên bingehîn hene. Hermeneutîka alegorîk û hermeneutîka gramatîk. Ev her du metodên hermeneutîkê di serdema antîk a grekan da û piştî serdema patrîstîk heta îro berdewam in. Di serdema patrîstîk da ji bo şîrovekirina Pertûka Pîroz tenê awayê alegorîk hatiye bikaranîn. Hermeneutîk wekî navgînek teknîkî di tefsîra Qurana Pîroz da hatiye bikaranîn. Cara pêşîn Martin Luther pîvanên hermeneutîkê danîne. Scheiermacher kêmasîyên Luther temam kirine. Di serdema vejînê da hermeneutîka dadî û fîlologî li hermeneutîka dînî zêde bûne. Dilthey hermeneutîk wekî bingeha têgihîştina zanînên têgihîştinî bi nav kiriye, û bi vî awayî warê wê firehtir kiriye. Dilthey, Gadamer û Ricoeur fîlozofên herî girîng ên hermeneutîka felsefî ne.

Peyvên kilît: hermeneutîk, mîtologî, alegorî, gramatîk, têgihîştin, şîrove, tefsîr, dînzanî, dad, fîlologî, felsefe…         

PÊŞGOTIN

Di beşê pêşîn ê vê nivîsê de em dê hermeneutîkê bi mana wê ya ferhengî û felsefî ya dema antîk a grekan bidin naskirin. Bersivên pirsên hermeneutîk çi ye, çara pêşîn li ku hatiye bikaranîn, ji aliyê etîmologî ve ji ku tê, di vî beşî da ne.

Di parta pêşîn da em dê derketina hermeneutîkê, di mîtologî, edebiyat û felsefa grekan da girîngiya wê helbisengînin. Ramanên Aristoteles û Platon ên di derbarê hermeneutîkê da li vir cih digirin. Fîlozofên vê demê hem şîrova alegorîk û hem jî şîrova gramatîk bi kar anîne.

Hermeneutîka dînzanî (theology) ya serdema navîn jî di parta pêşîn da ye. Ji vê serdemê ra serdema patrîstîk jî tê gotin. Ramanên dînzanên (theologs) bi navê Augustinus, Origenes û J. Cassinus ên di derbarê tefsîra Pertûka Pîroz (Tewrat û Încîl) da di vî beşî da tên zimên. Di hermeneutîka serdema patrîstîk da şîrovekirina alegorîk serdest e.

Beşekî din ê vê partê li ser hermeneutîka serdema reforman e. Cara pêşîn di vê serdemê da Martin Luther lê xebitiye hermeneutîkek bi pergal pêk bîne. Di vê serdemê da hermeneutîka protestan derketiye û pê ra hermeneutîka Luther bûye xwedî pergalekê. Martin Luther li hember dêra katolîk serî hildaye û li dijî doktrîna wê dêra protestan ava kiriye. Hermeneutîka Luther ne alegorîk e, gramatîk e. Ramanên Luther, Melanchton û Flascius ên li ser şîrovekirina Pertûka Pîroz di çarçova heman hermeneutîkê da ne.

Hermeneutîka dadî û fîlologî ya dema vejînê (renaissance) di vê partê da cih digire. Di vê serdemê da hermeneutîk êdî ne tenê ji bo têgihîştina tekstên pîroz hatiye bikaranîn. Bi vegera berhemên serdema antîk a grekan û Romayê hermeneutîka dadî û edebî jî li ya dînî zêde bûne.

Di parta dudiyan da em hermeneutîka felsefî û fîlozofên bingehîn ên hermeneutîkê dibînin. Di vî beşî da em fîlozofên hermeneutîka felsefî nas dikin. Van fîlozofan di derbarê hermeneutîkê da çi gotine, bi kurtî di vî beşî da cih digirin. Friedrich Schleiermacher bi alîkariya hermeneutîka dînzanî, fîlologî û dadî hîmên hermeneutîka giştî daniye û jê ra bûye pêşeng.

Wilhelm Dilthey di pêşdabirina felsefa hermeneutîk da xwedî ristek girîng e. Cara pêşîn wî têgehên jîn û têgihîştinê bi navê taybetiyek bingehîna zanînên têgihîştinî û zanînên civakî (social) aniye zimên. Li gor wî hermeneutîk bingeha hemî zanînên têgihîştinî ye.

Heidegger li bersiva pirsa “mana hebûnê çi ye?” geriyaye. Bi bersiva vê pirsê ra ramana Dilthey radîkal kiriye. Bi vê nihêrînê şîrova ontologiya hermeneutîkê peyda kiriye. Fîlozofên piştî wî ji vî awayê şîrovê sûd wergirtine û sînorên hermeneutîkê firehtir kirine.

Hans Georg Gadamer dirûvê hermeneutîka îroyîn dayêye. Analîza hebûnê ya Heidegger li ser ramanên Gadamer ên di derbarê hermeneutîka felsefî da bandorek berbiçav kirine.

Di hermeneutîka felsefî da li gel Gadamer fîlozofekî din ê bi nav û deng heye. Ew jî bê guman Paul Ricoeur e. Paul Ricoeur bi bandora hebûnîtî (existentialism) û fenomenologiyê di warê têgihîştina manê da niherîneke nû derxistiye pêş û bi vê nihêrîna xwe warê hermeneutîka felsefî firehtir kiriye. 

Di beşa encamê da em dê bi kurtî ji destpêkê heta sedsala bîstan pêşveçûnên di warê hermeneutîkê da bînin zimên, û li ser têkiliya van, pêşveçûnan bi yên berî xwe û piştî xwe ra jî bidin ber hev. Li vê derê em dibînin ku hermeneutîk pêşiyê wekî hunerek têgihîştinê, paşê wekî felsefeyek bi serê xwe li gel hev berdewam in. Bi awayekî eşkera tê dîtin ku pêşveçûnên di warê hermeneutîkê da mîna hemî zanînên têgihîştinî û civakî asoyî ye. 

DÎROKA HERMENEUTIKÊ

Hermeneutîk çi ye?

Hermeneutîk ji peyva grekî hermêneutîkos, hermêneuein (şîrove kirin) tê. Zenda tekstên felsefî û dînî. Hunera zanîna hermeneutîk: helsegandin. Şîrovekirina tekstan, sembolan. Hermeneutîka pîroz: şîrovekirina tekstên pertûkên pîroz. Sîstema şîrovekirina îşaretên tevlihev: semiologi, fîlologî. Hermeneutîk têgihîştina hemî zanînan e, derfeta anîna zimên a îşaretan û dîtina manên wan dide.[1]

Têgeha hermeneutîk ji lêkerê (verb) grekî hermeneueîn tê. Mana vî lêkerî şîrovekirin e. Têkiliya van peyvan bi navê yezdanekî grekan Hermes[2] ra heye. Hermes peyxamên yezdanan radigihîne merivan. Ji bo meriv jê tê bigihên wan bi şîrova xwe radigihîne. Bi vî awayî peyxamên di destpêkê da têgihîştina wan dijwar e, bi şîrova Hermes jê tê têgihîştin.[3]

Peyva hermeneutîk wekî hermeneutica derbasî latînî û zimanên din ên rojavayî bûye. Bi koka xwe ya grekî ketiye van zimanan û di mana huner û teknîka şîrovekirinê da tê bikaranîn.      

Mana hermeneuein a pêşîn anîna zimên, an jî gotin e. Bi mana gotinê ra di heman demê da dibe xwedî mana şîrovekirinê jî. Mana dudiyan a hermeneuein îzahkirin e. Dema meriv tiştekî tîne zimên dibe şîrove, dema meriv wî îzah dike dibe awayekî şîrovê. Mana sisiyan a hermeneuein ji zimanekî wergerandina zimanekî din an jî ji warekî wergerandina warekî din e. Tiştên bi me ecêb tên û em nikanin jê têbigihên bi riya wergerê dikevin zimanê me. Werger (interpreter) mîna yezdan Hermes di nav du warên cihê da navbeynkariyê dike. Di dema wergerê da meriv lê dixebite bi navgîniya gramer û dîrokê ji tekst bi giştî têbigihê. Ji van manan gişkan meriv têdigihê ku hermeneutîk navê çalakiya werger, şîrove, têgihîştin û lihevanîna cûdahiyan e. [1]

Hermeneutîka antîk a grekan

Di navenda hermeneutîka antîk da problema şîrovekirina alegorîk heye. Ev problem pir kevn e. Peyva kilît a şîrovekirina alegorîk hyponia (mana li pişt, di bin da, an jî li ser) ye. Li vê derê armanc ji mana devkî ya hêsan derxistina mana bingehîn a li pişt, di bin da, an jî li ser e. Di dema antîk da dîsîplîna bi navê sofîstîk dihate zanîn jî ev bi xwe ye. Di sofîstîkê da dest nedane hêjahiya koma lehengên Homeros qala wan kiriye. Li gor sofîstîkê destana Ilias[5] destana lehengên monarch e. Bajar çiqas demokratîk bûne hêjahiya destana Odysseia ewqas zêde bûye. Ji ber ku Odysseia[6] her çiqas leheng e, ewqasî jî kargerekî şareza û bi kêrhatî ye. Bi gotina kurt bi demokratîkbûyînê ra Odysseus Achill derbas kiriye.[7]

Berhema Aristoteles a bi navê Peri Hermeneias[8] (Li ser Şîrovekirinê) çawa îro jê tê têgihîştin ne li ser têgeha şîrovê ye, ji bo mantiqa gotinan bide an jî xweza nesneyan bide xwiyakirin li ser binyadgeriya gramera pêkanîna pêwendiya kiryar (subject) û fîîl (verb) sekiniye. Aristoteles hermeneia di hevokên xwe da ji bo çalakiyek zîhnî ya ber bi rastî an jî ne rastiyê bi kar aniye. Di vê manê da şîrovekirin ji aliyê êqil ve bi awayekî bingehîn diyarkirina çalakiyeke rastiyê ye.[9] Li Ser Şîrovekirinê azmûnek (essay) Aristoteles a di Organon da cih girtî yek e. Organon berhemeke li ser têgihîştinê ye. Pêwendiya Aristoteles a bi hermeneutîkê ra ji Peri Hermeneias zêdetir di ramanên wî yên li ser exlaq da tê dîtin. Di vê demê da hermeneutîk ji zanîna teorîk zêdetir nêzîkî zanîna exlaqî ye, wate têkildariya wê ya bi zanînên merivî ra, ji aliyê hermeneutîk ve girîng e.[10] 

Raif YAMAN

01.01.2014

[1] Le Petit Robert Dictionnaire de la Langue Française, DICOROBERT Inc., Montreal, Canada, 1993, p. 1085

[2] Hermes lawê Zeus e. Yezdanê şivan, rêwî û bazirganan e. Li bejayê û di nav deryayê da wan diparêze. Peyxamên yezdanan radigihîne merivan. Wate peyxamberiyê dike.

[3] Palmer, Richard E, Hermenötik, Werger: İbrahim Görener, İstanbul, Ankara, 2003, p. 41

[4] Alan, Banu, Bir Felsefi Yöntem Olarak Hermeneutik, p. 7 http://www.belgeler.com/blg/22pe/bir-felsefi-yontem-olarak-hermeneutik-hermeneutic-as-a-philosophical-method

[5] Navê vê destanê di zimanê Frenkî da wekî Iliade, di îngilîzî da Iliad tê nivîsandin. Di kurdî da me bilêvkirina eslê wê ya grekî bingeh girt û wekî Ilias nivîsî. Bi grekî  Ἰλιάς tê nivîsandin Iliás tê xwendin. Destanek grîng a serdema antîk a grekan e. Tê barwerkirin berhemek ji berhemên herî kevn ên edebî ye. Bi helbestî hatiye nivîsandin. Nivîskarê wê Homeros e. Li gor diyardên heyî berî zayînê di sedsala 8an an jî 7an da li ser cenga Troyayê hatiye nivîsandin.

[6] Navê vê destanê bi zimanê wê yê eslî grekî  Ὀδύσσεια ye, wekî Odusseia tê xwendin. Destana Odysseia jî mîna destana Ilias berhemek ji berhemên kevntirînên edebiyata dunyayê ye. Nivîskarê wê Homeros e. Tê bawerkirin ku berî zayînê di nav salên 800 û 600î da hatiye nivîsandin. Wekî dewama destana Ilias e. Piştî têkçûna Troyayê li ser serpêhatiyên Odysseus ên rêwitiya wî ya ber bi welatê wî Ithakayê ye.

[7] Gadamer, Hans Geors, Hermeneutik (Yorum Bilgisi), Berhevkar û werger: Doğan Özlem, İnkılap, İstanbul, 2003, p. 15  

[8] Aristototle, On Interpretation, Commentary by Thomas Aquinas finished by Cardinal Cajetan, translated by
Jean T. Oesterle, Milwaukee: Marquette University Press, 1962

[9] Palmer, Richard E, bnb, p. 48

[10] Alan, Banu, bnb.

Ger çavkaniya malperê neyê nîşandan, wergirtina nivîsaran qedexe ye. 

Bersivekê binivîsin