Dawî...

Destpêk > Nivîs > Ferhenga Felsefeyê > Zanistên Xwezayê

Zanistên Xwezayê
Parvebike!

Zanistên Xwezayê

Berevajiya avahiya (bastûra) zanistên fesalî ya zanistî û razber, zanistên xwezayê; bi rêya çavdêrî û ezmûnê, li bûyerên girgîn vedikolin.

Zanistên Xwezayê Jî, Di Nav Xwe De Dibine Sê Bêş.

A– Zanistên Fizîkê

B– Zanistên Erdê

C- Zanistên Jiyanê

Taybetmendiyên Zanistên Xwezayê Çî Ne?

A- Zanistên xwezayê, derheqê bûyerên girgîn (somut) û bûyerî (olgusal) de zanayîyê hildibirînin.

B- Zanistên xwezayê dema ku zanayîyê hildibirînin, xwe disperin têkiliya sedem-encamê û vê yekê, wek bingeh dibînin.

C- Zanistên xwezayê dixwazin ku xwe bigihînin zagonên tevayî (tumel) û misoger.

D- Rêbaza wan ya ku bikar tînin, enduksîyon e.

E- Ji ber bikaranîna enduksîyonê, encamên ku têne bi dest xistin, bi tenê dibetîya (îhtîmala) wan bilind e.

F- Zanistên xwezayê, ji ber ku encamên dibetîya wan bilind hildibirînin; pêşnîyarên zanistî, dikarin rojekî çewt werin derxistin û pûç bibin.

G- Zanistên xwezayê, xwe dispêrin ezmûn û çavdêrîyê û ev yek, ji bo meşrûîyeta wan girîng e. Ji ber vê yekê ye ku, zagonên wan ji alîyê gelek kesan ve têne pejirandin.

H- Zanistên xwezayê ji yekanîyê (yekhejmar, tekanî, tekîl) ve dest pê dikin û ber bi tevayîyê (tumelê) ve dimeşin.

K- Zanistên xwezayê prensîba determînîzmê dipejirînin, ku li gor vê prensîbê; heman sedem, di heman şert û mercan de heman encamê diafirînin.

Ali Gurdilî

[email protected]

Çavkanî: Ferhenga Felsefeyê – Ali Gurdilî

Beyî nîşandana çavkaniyê, wergirtina nivîsaran qedexe ye.


Nûkirina Dawî : 22 Nov 2013 3:33

Şirove

Ji bo vê nivîsê 0 şirove hatine kirin

Şirove bike


Ji bo hun şirove bikin divê hun wekî endam têkevinê.


WEŞANÊN FELSEFEVAN (02) / (PDF)