10 Xwedawendên Misira Kevn Yên Herî Navdar

10 Xwedawendên Misira Kevn Yên Herî Navdar

10 Xwedawendên Misira Kevn Yên Herî Navdar

Kurtenivîsek li ser Xwedawendên ‘Immanent’ û ‘Transandantal’.

Xwedawendên Misirî, ku weke Netjer jî tê binavkirin, Xwedawendên ‘immanent-amade kirî, çêkirî’ bûn lê ne yên ‘transandantal’. Xwedawendên li Misira kevn, Xwedawendên gerdûnî bûn ango ji maddeyên ku mirov di jiyana xwe yê rojana de dikaribû bi destên xwe lê bide, dikaribû bi destên xwe pêbigire, pêk dihatin. Xwedayê Mesîhiyan, Xwedayeke transandantal e, ne ji vê gerdûnê ye, li cihekê ‘bilind-jor’ ango esmanî ye, di jiyana rojane de ne dîtbar, ne hîsbar û ne jî nasbar e.

10. Hathor: Xwedawenda evînê

Hathor ku jê re Heret jî dihate gotin, Xwedawenda evînê û bextewariyê bû. Herwiha bo jinan stargehek bû û pirr caran di şiklê mangeyê de jî dihate zanîn. Divê em di vir de li ser şiklê mangeyî bisekinin û vebêjin, lewre di wê serdemê de mange sembola dewlemendiyê bû. Ne herkes dewlemend bû ku mangeyan xwedî bike, ji lewre jî mange, aferîdeyeke pirr bi qîmet bû. Dîsa mange biberdewamî kaniya xwarinê(şîr) bû û pê re têrkirina-xwedîkirina mangeyan li çolê pirr zehmet bû! Hathor ne tenê ji mangeyekê lê ji heft parçeyan pêk dihat. Xwedawenda Hathor bêyî Xwedanwenda evînê û car caran weke Xwedawenda zayînê, heyvê, musikî-sazbendiyê û hev gewixandinê jî dihate zanîn. Pêwendiya Hathor bi ‘Ra’yê re hebû lê ne zelal û eşkere ye ku Hathor bi dilê xwe pê re ketiye têkiliyê.

9. Bast: Xwedawenda zayînê

Bast ku bi navên Ailuros, Bastet û Ubastet, û serê wê di şiklê pisingî de dihate zanîn, yek ji Xwedawendên zayînê bû. Bast keça Ra yê bû, di destpêkê de Xwedawenda bi serî-şêr ya rojê bû, dû re veguheriye Xwedawenda bi serî-pisîng ya heyvê. Xwedawenda Romiyan ya bi navê Artemis jî dişibe Bastê.

Pisîng, di Misira kevn de bi mûmya kirinê dihatin birûmet kirin û ber bi Xwedawenda Bastê dihatin şandin.

8. Îsîs: Xwedawenda dêtî-dayiktî, esîlî-esaletî û malbatiyê

Îsîs ku jê re Aset jî tê gotin, weke keça Geb û Nutê tê zanîn. Geb, Xwedawendê gerdûnê ye, jê re bavê gerdûnê jî tê gotin. Nut, Xwedewend û çêkera esmanan. Ji ber ku Îsîs keça Geb û Nutê bû, xwediyê ezbeteke binav û deng bû. Li her aliyê gerdûnê, lêgerîna li keriyên laşê-mêrê xwe yê mirî dike, keriyên laşê wî berhev û amade dike ku bikaribin li axê veşêrin. ‘Bi tesadûfî’ ji mêrê xwe yê mirî, ducanî dibe ku dû re lawikek jê re dibe û navê Horus tê lêkirin. Îsîs Xwedawendeke sergewre bû ku bi têra xwe, para xwe ji dewlemendiya jiyana Xwedawendan standiye. Cleopatra xwe weke berdewamiya Îsîsê dîtiye.

7. Thoth: Xwedawendê huner, zanist, esmannasî û edebiyatê.

Thoth, (weke ‘tot’ tê bilêv kirin) ku jê re Tahutî jî tê gotin, Xwedawendeke bi serî-leglega reş û bi wezifeyên berfireh bû. Xwedawendê huner, zanist, sazbendî, esmannasî, axaftin û nivîs-hiyeroglîfan bû. Nivîskarê ‘kitêba miriyan’ bû, ku Ra weke Xwedawendê herî sergewre destnîşan kiriye.

6. Anubis: Xwedawendê miriyan

Anubis, keyê Xwedawendan yên bi navên cur bi cur. Bi navên Anpu, Imeut, Ienpw, Inpu, Lenpw û Yinepu, û çendîn navên din tê zanîn. Weke Xwedawendeke bi serî-wawikî, û Xwedawendê goristanê û miriyan tê zanîn. Wisa tê texmîn kirin ku Anubis, ya lawê Osiris yan jî lawê Rayê ye.

Anubisê, Xwedawendê miriyan bi wezîfeyeke pirr girîng hatibû destnîşankirin, lewre Misiriyan qîmeteke pirr mezin didan miriyên xwe ku xwedan çîrokên cur bi cur in. Beşdarê darizandina miriyan dibû, dikaribû guneh û xêrên miriyan bipîvîne ku giyanên pak dihatin vedîtin û ber bi jiyana bêdawî dihatin şandin. Giyanên xerab jî dişandin cem Ammit, Xwedawenda tune kirinê.

5. Shu: Xwedawendê hewayê

Shu, ku Su jî tê gotin, Xwedanwendê hewayê, xwişka wî ya cêwî Tefnut jî Xwedawenda avê bû. Shu, bavê Nut(ezman) û Gebê(gerdûn) bû, ku her du zarokên xwe(Nut û Geb) bi xêra xwişka xwe yê cêwî(Tefnut), çêkiriye, bi gotineke din têkiliya-munasebeta xwe bi xwişka xwe re hebûye.

4. Osiris: Xwedawendeke din yê miriyan

Osiris ku jê re Ned-Er-Tcher û Usire jî tê gotin lê bi navê Osiris navdar e. Xwedawendê miriyan e, karê ku Anubis dikir, ji wî wergirtiye û bi Îsîsê re zewiciye. Heta ku bi awayeke hov bê kuştin, Xwedawendê nebat û zayînê bûye. Her çiqas bi zelalî nehatibe tespît kirin jî, pêçiya birayê(Ser) wî di kuştina wî de, hebûye.

3. Set: Xwedawendê aloziyê

Set ku weke bi navên Setekh, Setesh, Seth, Seti û Sutekh jî tê zanîn, Xwedawendê anarşî, alozî, têkoşîn, bahoz û çolê bû. Jê re ‘Xwedawendê sorik’ jî dihate gotin, dibe ku ji ber xwînxwarî û çavsoriya wî bû lê nehatiye peyitandin.

Car caran xwediyê guhên kerê, boçika dûpişkê û serê xinzîrekê bû, û car caran jî xwediyê serê hespa avî û boçika tîmsahekê bû. Du caran birayê xwe Osiris kuştiye. Horus, lawê Osiris, ji bo ku heyfa bavê xwe hilde, 80 salan bi wî re şer kiriye. Piştî 80ê salan, Xwedawendên din biryara têkçûna Set ragihandine û ji Misirê hatiye qewirandin.

2. Ra: Xwedawendê herî sergewre û çavê rojê.

Ra ku jê re Atum jî dihate gotin, Xwedawendê herî girîng ji mîtolojiya Misiriyan bû. Ra, Xwedawendê afirîndêriyê ku wê afirînderê xwe bi xwe jî be. Xwe ji aloziyê afirandiye û dû re Shu û Tefnut afirandiye ku giş bi hev re bikaribin gerdûnî çê bikin. Mirovahî ji hêstirên wî çêbûye.

1. Amun-Ra

Amun Ra, ne Ra bi xwe ye. Amun-Ra, emcama hevalbendiyê ya ji du aliyan-çandeyan pêk dihat, bû. Li aliyekê Ra ku me li jor qala wî kir, li aliyê din Amun ku yek ji Xwedawendên sergewre ye, Xwedawendê her tiştî. Amun Xwedawendê, hewayê, bahozê, avê, ezmanê, rojê hema yê her tiştî bû. Ra û Amun pirr li hev çûne, lewre bawermendên Ra û Amun li hev hatine û ji xwe re Xwedawendê Amun-Ra çêkirine. 

Metîn Eser 

Sûd ji malpereke zanistî ku bi zimanê Hollandî weşanê dike, hatiye wergirtin.

22.04.2016

Bersivekê binivîsin