10 Keybanûyên Herî Navdar

10 Keybanûyên Herî Navdar

10 Keybanûyên Herî Navdar 

Heya li ser rûyê erdê keyanî hebin, helbet dê keybanûyên keyaniyê jî hebin. Hinek bi rindî û rûnermî rûyê mêrê xwe spî kirine, hinek bi xerabî û rûhişkî mêrê xwe dane şermkirinê. Li seranserê cîhanê bi qirkirinê, kepazetiyê û bizebûniyê navûdeng dane. Em ê di lîsteya jêrîn de bi kurtî jiyana 10 keybanûyên herî navdar vebêjin.

10. Maria I a Îskoçyayî (1542 – 1587)

Maria I a Îskoçyayî, herwiha bi navê Mary Queen of Scots jî tê zanîn, keça keyê Jacobus V û Maria van Guise bûye. Dema bavê wê dihere ber rehma Xwedê, Mary 6 roj î ango nû Xwedê dabûye. Ji wê rojê û şûnde dibe keybanûya Îskoçyayê. Di navbera salên 1542 heya 1567an li Îskoçyayê bûyerên pirr bi tund rû didin ku ji ber xwarziya bavê wê ya bi navê “Bloody Mary” dihate nasîn, di malbata wê de rûdanên tundraw bi hêsanî dihate dîtin. Ji ber têkiliyên wê yên bi mêrên neçê re, li Îskoçyayê teşqele û tevliheviyên pirr mezin rû didin. Ji ber ku malbatên sergewre yên li Îskoçyayê dest ji piştevaniya malbata wê dikişînin, piştî demekî bêhêz dibe û pê re fermana kuştina wê tê dayîn û tê serjêkirin.

9. Elizabeth II a ji Brîtanyaya Mezin (1926 – …)

Yek ji keybanûyên herî navdar keybanûya Brîtanyaya Mezin e ku ji 9eyê meha çiriya pêşin ya sala 2015an û şûnde, mohra xwe li dîrokê weke keybanûya demdirêj ya birêvebirina Brîtanyaya Mezin xistiye. Dema Elizabeth II tê dinê ji kesên di rêzê de bûn da ku rojekî li ser textê rûnin û Brîtanyaya Mezin birêve bibin, kesa sêyemîn bûye. Bextê apê wê ji ya wê xweştir bûye lewre apê dikaribû beriya wê li ser textê rûne û keyîtiyê bike lê apê wê ji ber ku dixwaze bi yara xwe re bizewice, ji hemû mafên xwe feraxet dike. Ji destpêka desthilatdariya wê heya vê demê bûyerek pirr mezin heye û lewre jî pirr balê dikişîne, mirina bûka wê ango ya Dianayê ku bi awayeke pirr veşartî-nehênî mirî bû.

8. Maria Theresia a ji Awistiryayê (1717 – 1780)

Monarşiya/keyîtiya totalîter yan jî monarşiya serberdayî cureyeke keyîtiyê ye ku tê de key bi awayeke azad û serberdayî bê qanûn yan hêzekî berbendker dikare bi serê xwe tenê biryarê li ser erd û gelê wê welatê yan jî keyîtiyê bide. Serdama monarşîzmê û Maria Theresia pirr li hev tên lewre desthiladareka pirr zalim û bi bandor bûye. Heger em bizanin Maria Theresia xwediyê hêzeke çiqas mezin bûye, em ê pêderxînin ku têgeha “monarşiya totalîter” çawa çêbûye. Di navbera salên 1740 heya 1780an him welîahta taca Awistiryayê, him jî keybanûya Macarîstan û Bohemyayê û herwiha weke jina Frans I Stefanusê, keybanûya Împaratoriya Romayê bûye û dîsa alîkariya kurê xwe Jozef II kiriye ku Jozef II keyê Împaratoriyaya Almanan bûye.

7. Catharina II a ji Rûsyayê (1729 – 1796)

Catharina II mohra xwe li dîroka Rûsyayê xistiye ku serê xwe pirr bi modernîzekirina Rûsyayê êşandiye. Lêbelê dîsa jî ne bi vê serî êşandinê lê bi jiyana ku bi evîndarên xwe re bihuriye tê zanîn. Ji zewaca pêşin ya biserneketî jê re kurek çêdibe ku navê kurê xwe Paul lêdike, lê zewaca biserneketî ji Catharina IIyê re nabe xem û derd lewre bijiya wê ji mêran naşikê ku di dema desthilatdariya xwe de bi 12 mêran re dizewice. Heger ji yekî acizbana serê xwe pê re nediêşand û hema berê wî dida goristanê. Mêrê wê yê paşin, bi navê Platon Zoebov tê zanîn, 40 salan ji wê piçûktir bû.

6. Anne Boleyn a ji Îngilîstanê (1501 – 1536)

Anne Boleyn keça kontekî ku temenê wê li deşt û zozanên împaratoriyên din bihuriye. Li Awistirya û Fransayê jiya ye, dema vedigere Îngilîstanê bi berbûktiya Hendrik VIII û Catherina van Aragon tê birûmet kirin. Têkiliya wê bi Hendrik VIII re çêdibe, piştî demekî Catharina ji vê têkiliyê haydar dibe û ji ber ku Catharina nikare bibe xwediyê zarokan Hendrik VIII daxwaze jin berdanê ji wê dike. Piştî hev berdanê bi Anne Boleyna qeşeng re dizewice. Di meha çiriya pêşin ya sala 1533an de jê re keçikek çêdibe û bi Elizabeth I tê binav kirin ku dû re dibe keybanûya Îngilîstanê. 3 caran ducanî dibe lê her 3 caran jî zarok ji ber diçin. Hendrik VIII di wê bîr û baweriyê de bûye ku nifir li zewaca wan hatiye kirin û Anne Boleyna cinûsî-nifirlêbûyî bûye. Ji ber zîna, cadûbazî û zewaca nav malê de tê tawanbar kirin û xwedêgiravî bi 5 mêrên wê re tê serjêkirin.

5. Nefertiti a ji Misirê (1370 – 1330 beriya Zayînê)

Dema meriv li jînenîgariya wê dimeyzîne, tiştê herî bala meriv dikişîne ev e ku ew ne xwenga-xwişka mêrê xwe bûye lewre hema bêja tevahiya keybanûyên Misirê merivatiya xwe bi keyên Misirê re hebûye. Ji ber merivatiya bi keyê re dikaribûn bi hêsanî xwe bigihînin radeya keybanûtiyê û li ser wê textê jiyana xwe derbaz bikin. Danasîna dîneke nû ya yekxwedatî(monoteîzm) kiriye û li gorî hin dîrokzanan karîgeriya Nefertiti ya li ser gel û birêvebirina desthilatdariyê, ji mêrê wê zêdetir bûye. Ev jî tê vê wateyê ku xwediyê vîzyonek serbixwe bûye û ji bo pêkanîna vîzyonên xwe ji her tim birêk û pêk û bi hêsanî serî li keybanûtiyê daye.

4. Victoria a ji Îngilîstanê (1819 – 1901)

Li te welatekî din yên li ser rûyê erdê ku bi qasî li Îngilîstanê, key û keybanû li wê welatê bikaribin desthilatdar bin, nîne lewre Victoria a ji Îngilîstanê bi qasî 63 sal, 7 mehe û 2 rojan li ser textê keyîtiya Îngilîstanê desthilatdar bûye. Serdema seltenata wê re Serdema Victoriayî jî tê gotin, her çiqas ji erkên desthilatdariyê hatibe dûr xistin jî di warê aboriyê de ji pêşketinên girîng re serektî kiriye. Lewre di wê serdemê de şoreşa endustrîkirina Îngilîstanê destpê kiriye.

3. Marie-Antoinette a ji Fransayê (1755 – 1793)

Ezbeta Marie-Antoinette a ji Fransayê, ji Awistiryayê ye û bi keyê Lodewijk XVI a ji Fransayê re zewicî ye ku bi vê zewacê li Fransayê keybanûtiya xwe eşkere kiriye. Hemwelatiyên Fransayê ji Marie-Antoinette qet destxweş nebûne, ev yek ji ber ku siyaset bala wê nedikişand û bi zimanê Franskî nedikaribû biaxive bû. Dema xwe bi kirrîna zêr û zîv, almast û kincên bi xeml û rewş bihuriye ku hin dîrokzan wê weke sedema hilweşînê ya Împaratoriya Fransayê destnîşan dikin.

2. Elizabeth I a ji Îngilîstanê 1533 – 1603)

Elizabeth I a ji Îngilîstanê ku jê re “keybanûya qîz-xama” jî tê gotin, 45 salan desthilatdar bûye û bi zanayî 45 salan qîzaniya xwe parastiye û tu caran dest ji rêveberiya keyaniyê bernedaye. Daxwaziya Elizabeth I ev bû ku bi aqilmendiya xwe were pesn kirin û di stratejiya xwe de biser ketiye lewre li seranserê cîhanê weke yek ji keybanûyên herî mezin û navdar tê qebûl kirin ku Îngilîz jê re “Good Queen Bees” dibêjin.

1. Cleopatra VII a ji Misirê (69 – 30 beriya Zayînê)

Çalakî, jêhatîbûn û hişmendiya siyasetvanekê û çehreya narîn û bedew li ber bejn û bala Cleopatrayê konê xwe vegirtibû ku wê bi têra xwe ji vê rewşa xweşrû û xweşhal para xwe wergirtibû. Ji ber têkiliya xwe ya bi Julius Ceasar re deshilatdariya du keyîtiyên mezin dike. Têkiliyên wê yên bi evîndarên wê re navûdeng dane ku şanogeran para xwe jê standine û di roja îroyî de hê jî tê leyîstin.

Metîn Eser

Sûd ji malperke zanistî ku bi zimanê Hollandî weşanê dike, hatiye wergirtin.

Bersivekê binivîsin