10 Giyannasên (Derûnnas) Herî Navdar

10 Giyannasên (Derûnnas) Herî Navdar

10 Giyannasên (Derûnnas) Herî Navdar 

Psîkolojî (giyannasî-derûnnasî), zanîna li ser tevger, rûdan û çalakiyên derûnî yên mirov e ku jê re “jiyana hundirîn” jî tê gotin. Peyva psîkolojî ji du peyvên Yewnanî (Grekî) pêk tê, peyva pysche ku tê wateya “giyan”, û logos ku tê wateya “serûderî-serwextî”. Em bi gotineke din wiha jî dikarin bibêjin “serwextiya giyanê.”

Helbet di vê qonaxê de mirovên ku bi kar û xebatên xwe dengvedane û bi gavên mezin pêşketinên girîng bidest xistine, hene. Em ê bi kurtenivîsan danasîna deh giyannasên navdar bikin ku pîvana rêzkirinê ya kesên di vê lîsteyê de ji bandora xebatên wan pêk tê.

10. Ivan Pavlov

Ivan Petrovich Pavlov fîzyologekî Rûsî ye (fîzyolojî, zanista erkên mekanîkî, fizîkî û kîmyayî yên endamwerên jînewer e) û 26ê meheya çiriya pêşin ya sala 1849an de Xwedê daye. Di 86 saliya xwe de, 27ê reşemiyê ya sala 1936an çûye ber rehma Xwedê.

Pavlov fîzyologek bûye ku bala wî li ser tevgerên mirovî hebûye. Ji ber xebatên xwe yên li ser tûka kûçikan dengvedaye. Di sala 1904an de xelata Nobelê wergirtiye ku di warê dehannasiyê de vedîtinên girîng bidest xistiye.

9. John Watson

John Broadus Watson roja 9ê kanûna paşin ya sala 1878an li Amerîkayê Xwedê daye û di 80 saliya xwe de roja 25ê çiriya pêşin ya sala 1958an de çûye ber rehma Xwedê. Her du şerên mezin yên cîhanê dîtiye ku jê re bûne îlhama vedîtinên mezin yên li ser psyche-giyana mirovî. Serkêşiya bizava behaviorisme-tevgerîtiyê kiriye, alîgirên wê bizavê di wê bîr û baweriyê de bûn ku mirov ji bilî çavdêrî kirina tevgerên xwe, bi rê û rêbazeke din nikaribûn ji rewşa giyanê xwe fahm bikin. Lêkolînên xwe ne li ser tevgerên mirovî lêbelê li ser tevgerên mişkan pêk aniye û bi awayeke hûrgulî lêkolînên xwe li ser bertekên cihêreng yên mişkan berdewam kiriye. Piştre bi xwendekarekê xwe ya bi navê Rosalie Rayner re dizewice û tevgerîtiyê li ser her du zarokên xwe jî pratîze dike. Em bi hêsanî dikarin bibêjin ku giyannas car caran mirovên pirr ecêb in, newisa?!

8. Skinner

Burrhus Frederic Skinner roja 20ê adarê ya sala 1904an li Amerîkayê Xwedê daye û di 86 saliya xwe de roja 18ê tebaxê ya sala 1990an de çûye ber rehma Xwedê. Skinner jî weke Watsonê yek ji lehengên bizava tevgerîtiyê bûye, îlhama xwe ji raman û dîtinên Pavlovî wergirtiye û xebatên xwe li ser vê bingehê pêk aniye. Xebatên xwe li ser mişkan pêk aniye û bi rêya xelat dayînê û cezakirinê xwestiye mişkan fêrî tiştekî kirinê û nekirinê bike. Daxwaza Skinnerî ne ev bû ku ew ê bibe giyannas, lewre wî xwendina beşa edebiyata Îngilîzî qedandibû û dixwest destpê nivîskariyê bike. Ji ber ku di warê edebî de xwe ne ewqas zêde jêhatî û bi huner dibîne, serê xwe bi xwendina tiştekî din diêşîne, bi gotineke din destpê xwendina giyannasiyê dike. Li zanîngeha Harvardê dixwînê ku yek ji zanîngehên herî navder e.

7. Sigmund Freud

Sigismund Schlomo Freud roja 6ê gulanê ya sala 1856an li Awistiryayê Xwedê daye û di 83 saliya xwe de roja 23ê çiriya pêşin ya sala 1939an de li Brîtanyaya Mezin çûye ber rehma Xwedê. Ji ber ku Awistirya ji aliyê dewleta Almanan ve hatibû dagir kirin û Freud jî bi eslê xwe ve Cihû bû, neçar û bêgav dimîne û berê xwe dide Brîtanyaya Mezin ku li wir ji ber nexweşiya kula heftpençeyê, dibe ku ji ber serhişkiya cixare kişandinê, dihere ber rehma Xwedê. Ev giş li vî alî, li aliyê din Freud bi xebatên xwe yên nirxdar û bênirx xizmeta beşa giyannasiyê kiriye. Xebat û teoriyên wî yên derbarê psîkoanalîzê weke xebatên wî yên pirr nirxdar tên qebûl kirin. Freud jî weke Pavlov ne giyannasekî fermî lêbelê tûrenasek (norologek) bûye.

Têbinî: Em ê paşê li ser vê kesayetiyê hin agahiyên berfireh biweşînin.

6. Carl Jung

Carl Gustav Jung roja 26ê tîrmehê ya sala 1875an li Swîsreyê Xwedê daye û di 85 saliya xwe de roja 6ê pûşperê ya sala 1961an de çûye ber rehma Xwedê. Ji ber xebateke xwe di sala 1932an de xelata Zûrîxê ya beşa edebiyatê werdigre û di sala 1938an de jî bi endametiya Royal Society of Medicine ku pirr biprestîj e, tê rûmet kirin. Carl Jung ji ber xebateke xwe û berdewam kirina xebatên Freudî dengvedaye.

Carl Jung dema zarotiya xwe de bi êrîşeke hevalê xwe yê dibistanê re rû bi rû dimîne û ji ber vê êrîşê jibîrve dihere. Piştî vê bûyerê her ku Carl Jung dixwest karê xwe ye xwendinê bike yan jî dema diçû dibistanê, jibîrve dihere, dê û bavê wî di wê bîr û baweriyê de bûn ku Carl Jung bi nexweşiya fê-bêhişî/epîlepsiyê nexweş ketibûye. Bavê Carl Jung rojekî di civînekê de qala rewşa kurê xwe dike, derbirîna fikar û xemxwariya ya li ser kurê xwe dide der. Carl Jungê 12 salî ji vê derbirîna bavê xwe agahdar dibe û destpê xebatên xwe dike, ji piştî çend carên jibîrve çûyînê Carl Jungî biser dikeve ku bi vê helwesta xwe destpê rêwitiya ber bi giyannasekî binavûdeng dike û heya dawiya emrê xwe ji vê tengaviya jibîrve çûyînê xwe xelas dike.

Di sala 1903an de bi Emma Rauschenbach re dizewice, her çiqas heya dawiya emrê xwe bi wê re zewicî bimîne jî hin agahiyên ku têkiliya wî ya bi jinên din re jî, hene.

5. Anna Freud

Em ji bo kurtedemekê vegerîna li malbata Freudî dikin û bîr û bala xwe didin keça Sigmund Freud ya bi navê Anna Freud, li Awistiryayê roja 3ê kanûna pêşin ya sala 1895an de Xwedê daye. Di 86 saliya xwe de roja 9ê çiriya pêşin ya sala 1982an de çûye ber rehma Xwedê. Anna Freud di warê giyannasiya-zarokan de pêşengîtî kiriye, ji xebata bavê xwe ya bi navê psîkoanalîzê sûd wergirtiye û pratîze kirina wê xebatê li ser koma zarokan pêk aniye. Bi vê xebata xwe re cudahiyên mezin yên di navbera mirovên kemal û zarokan de tespît kiriye. Gotineke wê ya li ser çavbirçîtî û tetmîn nebûna mirovan ku pirr balkêş e, gellekî manîdar e; “eger tetmîn kirina hinek hewes-daxwaziyên me ne pêkan be, ecêbmayî nemînin lewre ji vê rewşê re jiyan tê gotin” û dû re Maslow jî balê dikişîne li ser vê rewşa mirovahiyê.

4. Erik Erikson

Erik Homburger Erikson roja 15ê pûşperê ya sala 1902an de Xwedê daye, di 85 saliya xwe de roja 12ê gulanê ya sala 1988an de çûye ber rehma Xwedê. Giyannasekî Danîmarkayî ye û weke Anna Freud li ser giyannasiya zarokan baldar bûye. Erikson ji malbateke Danîmarkayî bû lê li Almanyayê Xwedê daye û ji ber rûdana şerrê cîhanê bêgav dimîne û berê xwe dide Amerîkayê ku li wir dihere ber rehma Xwedê. Erikson weke yek ji giyannasên post-freudî tê qebûlkirin ku ji vê bizavê re “giyannasên-egoyê” jî tê gotin. Ji navê vê bizavê diyar e ku giyannas li ser xweperestî(ego) û hesîna nasnameyê ya mirovî disekinin û xebatên xwe pêk tînin.

3. Jean Piaget

Jean William Fritz Piaget roja 9ê tebaxê ya sala 1896an Xwedê daye, di 84 saliya xwe de roja 16ê çiriya pêşin ya sala 1980an de çûye ber rehma Xwedê. Jean Piagetê Swîsreyî jî weke Anna Freud û Erik Erikson li ser giyannasiya zarokan baldar bûye. Bi taybetî li ser tevgerên kapasîteyên pevnasînê xebatên xwe pêk aniye. Giyannasê pêşin e ku cudahiya fikirînê ya di navbera zarok û mirovên kemal îspat kiriye. Xebatên wî hê jî ji bo giyannasên peresînê warê sûd wergirtinê ne.

2. Abraham Maslow

Abraham Harold Maslow roja 1ê nîsanê (ne henek e ha!) ya sala 1908an de Xwedê daye û di 62 saliya xwe de roja 8ê tebaxê ya sala 1970an çûye ber rehma Xwedê. Dibe ku bala we kişandibe tevahiya giyannasên heya a niha rêzkirî 80 salî û ji 80 salî mezintir bûn lê Maslow ne ji wan e. Abraham Maslow Amerîkayî bû ku dê û bavê Cihû û Rûsyayî bûne, li hember fikar û dîtinên Watson û Skinnerî yên derbarê tevgerîtiyê serî hildaye. Di salên xortaniya xwe de weke Watson û Skinner piştgiriya bizava tevgerîtiyê kiriye lê di salên 60î de ji vê bizavê veqetiye û berê xwe daye giyannasiya mirovhez (humanîst). Em Pramîda Maslow ku li ser pêdiviyên mirovî hatiye çêkirin, deyndarê wî ne û li gorî wî divê pêdiviyên mirovî bi awayeke rêzkirî û yek bi yek bên çareser kirin. Bêyî çareser kirina pêdiviyên piçûk çareser kirina pêdiviyên mezin ne pêkan bû.

Maslow li ser psîkolojiya zanistê jî pirr gotar nivîsandiye ku heya wê gavê zanist di qalibê psîkolojiyê de bi tenê li ser “mirovên ji rêzê” mijûl bûbû lê Maslow di wê bîr û baweriyê de bû ku zanyar jî “mirov” bûn û berê xwe dide zanyaran. Ji bo zanyaran lîsteya xwe paqijkirinê çêdike û xalên vê lîsteyê di pirtûka wî bi navê Psîkolojiya Zanistê ya di sala 1974an de derçûye de jî tê dîtin.

1. Carl Rogers

Carl Ransom Rogers roja 8ê kanûna paşin ya sala 1902an li Amerîkayê Xwedê daye, di 85 saliya xwe de roja 4ê reşemiyê ya sala 1987an çûye ber rehma Xwedê. Rogers ji ber şewirmendî û terapiyên xwe tê nasîn, bi Maslowî re weke avakarê psîkolojiya mirovhez tê qebûl kirin. Daxwaziya Rogers ne ev bû ku ew bibe giyannas, ji malbateke dîndar bû û dixwest bibe keşîş.

Metîn Eser 

Sûd ji malpereke ku bi zimanê Hollandî weşanê dike, hatiye wergirtin.

Bersivekê binivîsin