10 Dîwarên (Bendên) Herî Navdar Yên Cîhanê

10 Dîwarên (Bendên) Herî Navdar Yên Cîhanê

10 Dîwarên (Bendên) Herî Navdar Yên Cîhanê 

Em dikarin bibêjin ku tevahiya dîwarên herî navdar yên di vê lîsteyê de ji bo armancekî hatine çêkirin. Pêdiviya çêkirina dîwaran ji ber hestên xwe parastinê, bi gotineke din ji bo parastina niştecihên bajarekî an jî welatekî ya li hember dijminên wê bajarê an jî welatê bûye. Di vê serdemê de pêdivî bi çêkirina/danîna dîwaran nemaye, lê ji bo kesên ji gera li siruştê hez dikin û bala xwe li ser dîrokê hene, alternatîfek pirr baş e.

10. Abîdeya / Dîwarê Xaziyên Vîetnamê – Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê

Piştî têkçûna hêzên Amerîkayî yên li Vîetnamê biryara çêkirina vê abîdeyê tê dayîn. Ji navê vê dîwarê jî diyar e ku ji bo bîranîn û birûmetkirina xazî û miriyên ji têkoşîna Vîetnamê hatiye çêkirin. Ji hêla mîmar Maya Lin ve hatiye çêkirin û bi qasî 58.000 navên xazî û miriyan li ser hatiye nivîsandin. Ji sê beşan pêk tê: dîwar, heykel û abîdeyeke taybet bo xaziyên jin ango hemşîreyan.

9. Dîwarê Sacsayhuamán an Saqsaywaman – Perû

Dema Îspanyayî digihêjin bajarê Cuzco a li Perûyê ji ber diwarê çêkirî ya ji hêla niştecihên wê bajarê, gelekî matmayî dimînin lewre Îspanyayî qet bawer nedikirin ku niştecihên wê bajarê ewqas jîr û jêhatî bûne. Dîwarê Sacsayhuamán kareke bêhempa û bêqisûr e û di her bosteke vê dîwarê de şopên aqilê endezyareke zana û jêhatî veşartiye. Her kevirê dîwêr bêqisûr hatiye danîn, ji bo bidestxistina vê bêqisûriyê, pêwistî bi nehatina koşeyên her kevireke rêza jêrîn bi nîvê kevirên rêza jorîn heye. Sebeba çêkirina vê dîwarê bêqisûr jî ji bo xwe û bajarê xwe parastina li hember erdhejiyê bûye.

8. Dîwarê bibenîşt – Seatlle

Di zuxureke ya li bajarê Seattleê de em pergî dîwarê bibenîşt ku bi navê “Market Theater Gum Wall” tê zanîn, tên. Hin cihên vê dîwarê bibenîşt bi qasî 4,5metre dirêj e. Diwarê bibenîşt li tenişta Market Theaterê ye û destpêka vê kevneşopiyê ji sala 1993an e û ji wê salê şûnde hê jî didome. Piştgiriyên “Unexpected Productions” komeke jixweberî ku di Market Theaterê de seansên şanogeriyê pêk dianîn, pereyên hesinî yên bibenîşt di wê diwarê ve dizeliqînin, du caran hewldana paqijkirina vê dîwarê dikin lêbelê dû re dest ji vê hewldanê berdidin û diwarê bibenîşt li dinyayê deng vedide.

7. Dîwarê Babîlê – Iraq

Babîla paytext ku a niha Bexda cihê wê girtiye, di serdema xwe de ciheke pirr girîng yê bazirganiyê bûye. Li derûdora sala 1800 B.Z. li ser daxwaziya serekekî ji ezbeta Semîtîk/Samiyî yê ji Amoriyan destpê çêkirina vê dîwarê hatiye kirin. Temenê wî têra dîtina vê dîwarê nekiriye, peyrewê wî karê destpê kirî ji wî wergirtiye û bi çêkirina vê dîwarê dawî li karê wî aniye. Piştî qedandina dîwarê Babîlê pirr caran xizmeta niştecihên Babîle li hember dijminên keyitiya Babîlê kiriye.

6. Dîwarê Stonê – Xirvatistan

Gelo we qet Dîwarê/Benda Çînî ya Ewropayî bihîstiye? Belê, mebesta ji gotina Dîwarê Çînî ya Ewropayî, dîwarê Stonê ye. Li ser vê dîwarê 40 qûle hene û sedsala 15an de hatiye çêkirin. Li aliyê hundir yê vê dîwarê 6 kûçeyên mezin û li derûdora kûçeyên mezin jî xanî hatine çêkirin. Dîwarê Stonê hê jî bi qasî 5,5kîlometre dirêj e, berê bi Mali Stonê ve girêdayî bûye lê ji ber ku Awistiryayî kevirên vê dîwarê bi xwe re dibin daku ji xwe re pê dibistanan çê bikin, di navbera Ston û Mali Stonêde ciheke nîvvekirî çêbûye.

5. Dîwarê Hadrianusê – Brîtanyaya Mezin

Di navbera salên 117an heya 138an Hadrianus keyê Împaratoriya Romayê bûye. Dema dihere Brîtanyaya Mezin li wir dibîne ku pêdivî bi parastina erdê Împaratoriya Romayê heye û ji bo pêşî lêgirtina êrîşên ji aliyê êl û eşîrên li wê derê dîwarê 117kîlometre dirêj dide çêkirin. Çêkirina vê dîwarê ji kevir û xweliyê ye, ji 14 qûleyên mezin û 80 jî yên piçûk pêk tê. Çêkirina diwêr 6 sal ber xwe daye û heya sedsala 4an jî sûd jê hatiye wergirtin. Niha ji naverasta dîwarê Hadrianusê keriyeke mezin tenê bermaye ku ji bo geştiyariyê alternatîfek pirr baş e.

4. Dîwarê Îsraîlê – Îsraîl

Biryara çêkirina dîwarê li Îsraîlê di sala 2002an de hatiye dayîn û pirraniya keriyên dîwêr di sala 2015an de hatiye çêkirin. Dîwar bi qasî 10 metreyan dirêj e, ji qûle , rê, çeper û çîtên têlinî, xalên kontrolkirinê pêk tê û dirêjahiya dîwêr 760kîlometre ye. Li ser navê dîwêr gengeşiyên mezin çêbûye, lewre Îsraîlî bi xwe û piştevanên Îsraîlê ji vê dîwarê re, dîwarê ewlekariyê dibêjin lê Filistînî, dijberên dîwêr yên ferdî û dijberên navneteweyî yên ji Yekitiya Ewropayê, hin dewletên ji parzemîna Amerîka, Afrîka û Asyayê li hember vê dîtinê derdikevin û qala dîwarê jihev veqetînê dikin.

3. Dîwarê Girînê – Îsraîl

Dîwarê girînê yan jî dîwarê rojava, beriya zayîna Îsa pêxember hatiye çêkirin. Dîwar beşek ji Perestgeha Cihûyan ku li çiyayê Moriya, bisilman jê re Haram al-Şerîf û cihû jî Har ha-Bayit dibêjin, ya li bajarê Qudsê, bûye. Dema Împaratoriya Romayê di salên 70 de wê derê derdest dikin û serwer dibin, perestgeh bitevahî tê rûxandin. Her çiqas li wê deverê xeteriyên siyasî û dînî hebe jî, gelek kes serlêdana dîwarê girînê dike, ayînên xwe pêk tînin.

2. Dîwarê Berlînê – Almanya

Dîwarê Berlînê ya ji dema Komara Demokratîk a Almanyayê yan jî Almanyaya Rojhilat. Walter Ulbricht biryara çêkirina dîwêr, di şeva 12yê tebaxê ya sala 1961an dide û çend hefteyên din şûnde dîwarê ku bi awayeke pirr zêde tê parastin, tê danîn. Dîwar bi qasî 45,1kîlometreyê dirêj û bi 7 derî bûye, herçiqas bi awayeke pirr zêde hatibe parastin jî, pirr kes li ser vê dîwarê gav kirine û derbasî aliyê din bûne. 138 kes dema hewldidin derbasî aliyê din bibin, tên kuştin. Di sala 1989an de biryara hilweşandina Dîwarê Berlînê tê dayîn û bi qasî du salên li pey vê biryarê ji dîwêr tu parçeyên bermayî namîne.

1. Dîwarê / Benda Çînê – Çîn

Hemwelatiyên Çînî bi hemû hêz û vîna xwe doza parastina erdê xwe û berdewamiya rojên xweş û geş yên nifşên xwe kirine, Dîwarê Çînê mînaka herî baş yê ji bo armanca xwe parastinê ye. Dîwarê a niha ku bi qasî 6.000kîlometre dirêj e, ji hêla xanedaniya Mingê, di navbera sala 1368an heya 1644an de hatiye çêkirin. Eger em çiya, gir û çemên li ser rêya dîwêr jî li dirêjahiya wê zêde bikin, giş bi hev re dike 8.850kîlometre.

Metîn Eser  / 08.08.2016

Bersivekê binivîsin